Cinazeyên 2 welatiyên Tirk anîn Tirkiyeyê

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, cinazeyên 2 endazyarên welatiyên Tirk ku li Sri Lankayê di êrîşên terorê da mirin, anîn Tirkiyeyê

Cinazeyên 2 welatiyên Tirk anîn Tirkiyeyê

Cinazeyên herdu welatiyên Tirk Serhan Selçuk Nariçi û Ali Çavuş ku li Sri Lankayê di êrîşên terorê yên dijî otêl û dêran da mirin, anîn Tirkiyeyê.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, cinazeyên 2 endazyarên welatiyên Tirk ku li Sri Lankayê di êrîşên terorê da mirin, anîn Tirkiyeyê

Çavkaniyan herwiha ew agahî jî parve kir ku cinaze îro ji Stenbolê dê bo Adiyemanê bên şandin.

Li Sri Lankayê roja yekşemê li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St.Sebastian a Katanayê, li dêreke Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê êrîşên bibombe hatibûn kirin. 

Piştî van êrîşan li banliyoya Dehiwalayê û li banliyoya Dematogoyê yên li paytext Colomboyê jî teqîn çêbûbûn. Meqamên Sri Lankayê daxuyandibûn ku di êrîşan da 310 kes mirin û ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûn ku di navê da herdu endezyarên Tirk ên bi navê Serhan Selçuk Nariçi û Yigit Ali Çavuş jî hene.

Dîroka nûkirinê: 23 Nîsan 2019, 16:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE