"Cineta Çivîkan a Arasê" bala lêkolînerên biyanî jî dikişîne

Îdira ku ji hêla erdnîgarî û avûhewaya xwe va gelek heywanên çolê dihewîne, ji hêla dewlemendiya cinsên çivîkan va jî ji herêmên sereke yên Tirkiyeyê ye.

"Cineta Çivîkan a Arasê" bala lêkolînerên biyanî jî dikişîne

Îstasyona Toqkirina Çivîkan a Arasê ya li Tuzlucaya navçeya Îdirê, di ezimandina xwendekar, akademîsyen û lêkolînerên xwemalî û biyanî da yên ku li ser zanista çivîkan doktora û lîsansa bilind dikin, berdewam e.

Îdira ku ji hêla erdnîgarî û avûhewaya xwe va gelek heywanên çolê dihewîne, ji hêla dewlemendiya cinsên çivîkan va jî ji herêmên sereke yên Tirkiyeyê ye.

Herêma ku di navbera parzemînên Afrîka û Asyayê da li ser rêya koçê ya çivîkan e, bi xebatên hatin kirin va bû yek ji îstasyonên girîng ên dinyayê yên çavdêriya çivîkan.

Xwendekar, akademîsyen û lêkolînerên tên "Cineta Çivîkan a Arasê" ku li gundê Çiyrikliya Jor e, beşdarî xebatên toqkirin û lêkolînê yên Komeleya Xwezaya Bakur û Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî dibin.

Heta niha ji 34 welatan zêdeyî 500î lêkolîner hatin

Li îstasyona ku ev bi qasî 16 salan e lêkolîn lê tên kirin, heta niha ji 34 welatan zêdeyî 500î lêkolîner beşdarî xebatên toqkirinê û lêkolîn û çavdêriyê bûn.

Serokê Komeleya Xwezaya Bakur Prof. Dr. Çagan Şekerciogluyê Endamê Hîndekariyê yê zanîngehên Koç û Utahê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li îstasyonê ew di warê lêkolîna ekolojîk û ornîtolojîk û her wiha agahiya zeviyê da derfetan pêşkêşî xwendekaran dikin.

Şekercioglu bal kişand, gelek xwendekarên ku li ser mijarê lêkolînan dikin, tecrubeya zevî û xwezayê li vê herêmê werdigirin û wiha dewam kir:

"Kanada, Amerîka, Brezîlya, Hindistan, Çîn, Kenya, Afrîkaya Başûr di serî da ji 34 welatan lêkolîner hatin. Vê serdemê jî ji Zanîngeha Utaha Amerîkayê 2 xwendekarên min ên doktorayê hatin. Ev xwendekarên me beşeke girîng a xwendina xwe li Îdirê, li Cineta Çivîkan a Arasê dikin. Xwendekarên me yên bi navê David Buah û Kail Kitelberger beşeke girîng a xwendina xwe li Îdirê, li Cineta Çivîkan a Arasê dikin."

- Xwendekarên doktorayê yên biyanî li herêmê lêkolînê dikin

Xwendekarê doktorayê Kail Kitelbergerê ji eyaleta Karolinaya Bakur a Amerîkayê jî diyar kir, ji lêkolîna li ser koça çivîkan, ew hat bajêr.

Kitelberger wiha axivî, "Her sal bi milyonan çivîkên ji cinsên cuda yên ku koç dikin, vê ciyê avî bi kar tînin. Ji hêla rawestîn û qûtxwarinê va ev der ji bo çivîkan ciyekî pir girîng e. Her wisa vê derê ji bo lihevzêdebûn û derbaskirina zivistanê jî diemilînin."

Xwendekarê doktorayê yê Swedî Noel Huhantel jî wiha got, "Ez li vê derê perwerdeya xwe ya ornîtolojiyê bi dîtina çivîkên ku me qet nedîtine û nas nakim va temam dikim, ji bo perwerdeya min pir sûdwer e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE