"Çiqas hewl hat dayîn jî maka wê nehat dîtin"

Xebatkaran ewil navê wî danîn "Hakvan" ya ji navên Hekarî, Çukurca û Wanê pêk tê û paşê ew wek "Haçuvan" guherandin.

"Çiqas hewl hat dayîn jî maka wê nehat dîtin"

Kudika hirçê ya li Çukurcaya navçeya Hekariyê di 19ê nîsanê da bi awayekî halketî hate dîtin û teslîmî wezîfedarên Midûriya Herêma 14emîn a Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê hat kirin bi eleqeyeke mezin tê xwedîkirin.

Ji bo ku kudik baş bibe li Navenda Rehabîlîtasyon û Parastina Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ew bi şîr, hingiv û antîbiyotîkan va tê têrkirin.

Xebatkaran ewil navê wî danîn "Hakvan" ya ji navên Hekarî, Çukurca û Wanê pêk tê û paşê ew wek "Haçuvan" guherandin.

Kudika hirçê Haçuvan di 24 saetan da ji hêla beyterên navendê va tê raçavkirin, li baxçe tê gerandin ku dema li ser xwe va bê rayedar wê kurdikê bişînin Navenda Rehabîlîtasyon û Parastina Heywanên Kovî ya Ovakorusu Celal Acar ya li Bursayê.

"Çiqas hewl hat dayîn jî maka wê nehat dîtin"

Midûrê Navendê Prof. Dr. Lokman Aslan daxuyand ew hemû heywanên kuvî yên li herêmê xwedî derdikevin ku Haçuvan jî yek ji wan e.

Aslan got ew bi eleqeyeke mezin kudikê xwedî dikin û wiha axivî: "Dema anîn halketî bû, zeyîf bû. Me rewşa wê baştir kir û berda çolê ku dibe ku ew maka xwe bibîne. Ekîban 4 roj nobed girt, çiqas hewl hat dayîn jî maka wê nehat dîtin û me dîsa anî navenda xwe. Em wek dergûşekê xwedî lê derdikevin. Niha dikare bi xwe xwarinê bixwe. Ji vir pê va niha divê li qadeke taybet bijî. JI ber vê me raporên hewce dike temam kir û caw da Midûriya Herêma 14emîn a Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê. Ew ê ji vir şûn da li Bursayê di cihê hirç lê tên xwedîkirin bijî."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE