"Civaka navnetweyî ji bo parastina sivîlên Filistînî berpirsiyar e"

"Ev perçeyeke kampanyaya Îsraîlê ya ku paqijkirina nijadî, dînî û çandî ye ku bi pergal dimeşîne."

"Civaka navnetweyî ji bo parastina sivîlên Filistînî berpirsiyar e"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu di Civîna Derasayî ya Komîteya Îcrayê ya ÎÎTyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku li Filistînê dema nîşandana yekîtî û biryardariyê ye û Türkiye amade ye ku her gava hewcedar bavêje.

Bi teşebisa Türkiyeyê jî di asta Wezîrên Karên Derva da online "Civîna Derasayî ya Komîteya Îcrayê ya Teşkîlata Tevkariya Îslamê (ÎÎT) ya Beşdariya Eşkere" hat lidarxistin û Çavuşoglu jî beşdarî vê civînê bû û tê da axivî.

Çavuşoglu daxuyand, li Qudsa Rojhilat, Şerîeya Rojava û Xezzeyê berpirsiyarê zêdebûna rageşiyê Îsraîl e û daxuyand, ji ber ku nehiştin li Mescida Eqsayê îbadet werin kirin û meriv bi zorê ji malên wan derxistin, ev rewşa niha derxist holê.

Çavuşoglu daxuyand ku Îsraîlê guh neda hişyariyan û ji ber vê trajediyên nû derketin holê û wiha dewam kir: "Ev perçeyeke kampanyaya Îsraîlê ya ku paqijkirina nijadî, dînî û çandî ye ku bi pergal dimeşîne."

Çavuşoglu bi bîr xist ku di demên dawîn da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo vê mijarê bi gelek mixatabên xwe ra ket têkiliyê û divê di heman demê da civaka sivîl jî dest bavêje vê mijarê.

Çavuşoglu daxxuyand ku Îsraîlê mensûbên çapemeniyê jî kirin hedef û li Xezzeyê nîvê kesên ku hatine kuştin jin û zarok in.

Çavuşoglu daxuyand, "Tenê bi danezan û daxuyaniyan va ev kar naçe serî. Divê em zêdetir hewl bidin û tiştina bikin. Civaka navnetweyî ji bo parastina sivîlên Filistînî berpirsiyar e. Di vê çarçoveyê da berpirsiyariya ÎÎTyê jî mezin e. Divê li gor biryara 2018an a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî em hewl bidin ku seba parastina sivîlên Filistînî mekanîzmayele parastinê ya navnetweyî ava bibe."

Çavuşoglu wiha dewa kir, "(Li Filistînê) wextê nîşandana yekîtî û biryardariyê ye. Omet li benda pêşengiya me ye. Türkiye amade ye ku her gava hewcedar bavêje."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE