Civîna ABU’yê ya li Tokyoyê

Di lijneya giştî ya Yekîtiya Weşanên Asya-Pasîfîkê de xebat qediyan. Serokê lijneya Rêvebirî û Midûrê Giştî yê TRT’ê İbrahim Eren, behsa hevdîtinên li ser girîngiya weşangeriya afetên siruştî kir.

Civîna ABU’yê ya li Tokyoyê

Di lijneya giştî ya Yekîtiya Weşanên Asya-Pasîfîkê de xebat qediyan. Serokê lijneya Rêvebirî û Midûrê Giştî yê TRT’ê İbrahim Eren, behsa hevdîtinên li ser girîngiya weşangeriya afetên siruştî kir.

Midûrê Giştî yê TRT’ê Eren: Me civîneke pir baş kir. Wek komîteya programê û komîteya teknîkê gelek komîteyên abû’yê hene. Em li wan deran jî wek tirkiye gelek aktîf in. Me xwe da nasîn, li pêşwaziyên wan guhdar kir û bi wan re tekilî danîn.

56emîn Lijneya Giştî ya Yekitiya Weşanên Asya-Pasîfîkê qediya.

Serokê Lijneya Rêvebirî û Midûrê Giştî yê TRT’ê İbrahim Eren behsa xebatên lijneyê yên 6 rojî kir.

Midûrê Giştî yê TRT’ê Eren: “welatên Asyayê bi taybetî jî Japonya di warê weşangeriya afetan de gelek girîng e. Di dema afetên siruştî de divê çawa weşan werin kirin? Derbarê haziriya weşanan de em ê ji tecrubeya van deran sûd werbigrin.”

Di civîna ABU’yê ya li Tokyoyê de eleqeya rêzefîlmên Tirkiyeyê jî di rojevê de bû.

Midûrê Giştî yê TRT’ê Eren: “di lijneya giştî ya abu’yê de eleqeya japonyayê ya li ser tirkiyeyê jî bi rastî me pir hîs kir. bi taybetî di mijara dramayê de îxrackirina rêzefîlmên him trt’ê, him jî yên kanalên taybet li vir tên şopandin. ev yek jî eleqeya ji bo me zêdetir dike. em ji bo vê yekê jî gelek memnûn in.”

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2019, 16:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE