Civîna Berdevkê Serokomariyê Kalin û Jeffrey

Civîna Kalin û Jeffrey li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê di saet 10.30an da ji çapemeniyê ra girtî hat kirin qediya.

Civîna Berdevkê Serokomariyê Kalin û Jeffrey

 Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û James Jeffreyê Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Amerîkayê civiyan.

Kalin, Jeffrey û Davîd M. Satterfieldê Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê hatin ba hev. 

Der barê civîna ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û saet û nîvekê ajot da daxuyaniya nivîskî hat belakirin.

Hat destnîşankirin di civînê da geşedanên li Sûriyeyê û serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya Amerîkayê ya di 13ê Mijdarê da hatin rojevê.

Li gor agahiyan mijarên herêma ewle, rewşa dawîn ya li Îdlibê, li Sûriyeyê pêvajoya çareseriya siyasî û xebatên Komîsyona Destûra Bingehîn ya Sûriyeyê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin û di civînê da hat gotin ku li gor biryara 2254an ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) xebatên Komîsyona Destûra Bingehîn ya Sûriyeyê bên kirin û li Sûriyeyê sîstemeke şefaf û adil û hilbijartinên azad bên kirin.

Di hevdîtinê da hat diyarkirin li gor lihevkirina Amerîka û Tirkiyeyê ya di 17ê Cotmehê da ku li ser herêma ewle çêbû hevkarî bê zêde kirin û serî da DEAŞ û PYD/YPG/PKK biryardariya şerê dijî rêxistinên terorê hat dubarekirin.

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2019, 16:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE