Civîna Çavuşoglu ya ligel nûnerên mixalefeta Sûriyeyê

Wezîr Çavuşoglu li wezaretê bi awayekî cuda cuda ligel Enes el-Abde ku nû ji bo Komîteya Mizakereya Sûriyeyê hat hilbijartin, Serokê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Mixalif ên Sûriyeyê (SMDK) Nasir el-Herîrî û Serokê Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê (HBS) Abdurehman Mistefa rûnişt.

Civîna Çavuşoglu ya ligel nûnerên mixalefeta Sûriyeyê

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ligel nûnerên mixalefeta Sûriyeyê hat cem hev.

Wezîr Çavuşoglu li wezaretê bi awayekî cuda cuda ligel Enes el-Abde ku nû ji bo Komîteya Mizakereya Sûriyeyê hat hilbijartin, Serokê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Mixalif ên Sûriyeyê (SMDK) Nasir el-Herîrî û Serokê Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê (HBS) Abdurehman Mistefa rûnişt.

Çavuşoglu hevdîtin ji ser Twitterê nirxandin û diyar kir ku ew ligel Abdeyê Serokê Komîteya Mizakereya Sûriyeyê, berî civîna tûra sêyemîn a Komîteya Destûrê hat cem hev.

Çavuşoglu, ji ber ku wekî serok hat hilbijartin, Abde pîroz kir û wiha got, "Me girîngî û piştgiriya ku em didin pêvajoya siyasî ku bi hewildanên welatê me va jî dest pê kir, anî ziman."

"Me piştgiriya xwe ya ji bo mixalefeta meşrû dubare kir"

Wezîr Çavuşoglu di peymana xwe ya li ser hevdîtina ligel Serokê SMDKyê Herîrî da jî diyar kir ku wî Herîrî pîroz kir ku wekî serokê Koalîsyona nûnerê meşrû yê mixalefeta Sûriyeyê ye hat hilbijartin.

Çavuşoglu wiha got, "Em li ser hewildanên çareseriya siyasî bo nakokiya Sûriyeyê û geşedanên li qadê sekinîn. Me piştgiriya xwe ya ji bo mixalefeta meşrû dubare kir."

 "Em timî li cem birayên xwe yên Sûriyeyî ne"

Çavuşoglu di peyama xwe ya li ser hevdîtina ligel Serokê HBSyê Mistefa da jî wiha got, "Em xebatên serkeftî yên li herêmên di kontrola mixalefetê da pîroz dikin. Di edilandina ewlekarî û refahê da em timî li cem birayên xwe yên Sûriyeyî ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE