Civîna ewil a Platforma Medyaya Hevpar a Tirkiye-Azerbeycanê hat kirin

Civîna ewil a Platforma Medyaya Hevpar a Tirkiye-Azerbeycanê hat kirin

Di civîna bi seroktiya Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê û Hikmet Hecîyevê Alîkarê Serokkomar Azerbeycanê da hat kirin heyetên ji rayedarên saziyên medya û ragihandinê yên herdu welatan pêk tên, amade bûn.

Di civînê da di çarçoveya armanca "du dewlet, miletek û medyaya hevpar" da ji bo pêşxistina têkiliyên qada ragihandinê, hevkariya medyaya kevneşop, medyaya dijîtal, ragihandina stratejîk û dîplomasiya dewletê li ser hevkariyê were zêdekirin û têkoşîna dijî dezenformasyonê hat axaftin.

Di civînê da biryar hat dayîn ku komîteyên "dîplomasiya dewletê", "medyaya navneteweyî", "ragihandina stratejîk", "perwerde", "Mewzûat û regulasyon", "dijîtalbûn û navneteweyîbûn"ê werin avakirin.

Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê ya Serokkomariyê di civînê da axivî û diyar kir ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Îlham Eliyevê Serokê Azerbeycanê di 10ê berfanbara 2020î da mitebeqeta hevkariya ragihadin û medyayê îmze kirin û Platforma Medyaya Hevpar bi fermî hat avakirin, ev gaveke zehf girîng e.

Altun got di pêvajoya xilaskirina Qerebaxê da bi tenê di qadên eskerî û siyasî da hevkarî nehat kirin di heman demê da di qada ragihandin û medyayê da jî hevkarî hat kirin û encamên baş hatin bidestxistin û wiha pê da çû: "Ji bo têkoşîna dijî xeberên derewîn û dezenfirmasyonê qewîkirina hevkariya Tirkiye û Azerbeycanê li gor me zehf girîng e."

Hikmet Heciyevê Alîkarê Serokkomarê Azerbeycanê jî got di pêvajoya têkoşîna mafdar a pê Serfiraziya Qerebaxê hat bidestxistin da Tirkiye û Azerbeycanê hevkarî kir, îro bi avakirina Platforma Medyaya Hevpar va têkilî gihîşte huwiyetekê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE