Rayedarên Tirkiyeyê û Îranê ji bo li ser ewlekariya sînor biaxivin li Başqeleya navçeya Wanê civiyan.
Serpel Riza Monferîdê Komîserê Hidûd ê Seroya bajaroka Îranê û heyeta pê ra ya ji 4 kesan pêk tê ji bo beşdarî civîna ewlekariya sînor bibin ji Deriyê Sînor ê Kapîkoyê yê li Sarayê ra derbasî welêt bûn.
Wekîlê Şaredar û Qaymeqamê Başqeleyê Asim Solak, Mîralayê Piyade Husnu Bozkurt Uza, Serpel Fatîh Hatiyê Fermandarê Cendirmeyên Navçeyê û Adil Metînê Midûrê Ewlekariya Navçeyê pêşwaziya heyetê kirin.
Solak di civîna li salona Qaymeqamtiyê hat kirin da axivî û got ku ew ê li ser mijarên ewlekariya sînor ên girîng biaxivin, hêviya wan ew e ku biryarên girîng bidin.
Paşê civînê dest pê kir û çapemenî hilnedan civînê.