Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu got, "Li şûna midaxeleya eskerî pêdivê yekîtî û bihevrebûna Libyayê bi rêya konferansekê ku NY li dar bixe, bi pêkanîn."
Çavuşoglu û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve yê Qeterê Muhemmed Bin Evdirrehman Al Sanî, li Mêvanxaneya Fermî ya Wezareta Karê derve civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Çavuşoglu digel hevtayê xwe yî Qeterî pêşhatên li Libyayê nirxandin û derbarê operasyona eskerî ya li Trablûsê wiha axivî:
"Li şûna midaxeleya eskerî pêdivê yekîtî û bihevrebûna Libyayê bi rêya konferansekê ku Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar bixe, bi pêkanîn. Lêgerîna çareseriyeke eskerî li Libyayê dê bo Libya û Libyayiyan felaketê bîne."
Wezîr Çavuşoglu derbarê wê yekê ku DYAyê Pasdarên Şoreşa Îranê weke terorîst îlan kir wiha got, "Biryarên bi vî rengî li herêma me dibin sedema bê îstiqrariyê."AA