Civîna hevpar a çapemeniyê ya Erdogan-Preca

 "Hûnê rêzê ji encamên sindoqê re bigirn. Heke hûn rêzê ji sindoqê re negirin dê navê wê nebe demokrasî."

Civîna hevpar a çapemeniyê ya Erdogan-Preca

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, "Hûnê rêzê ji encamên sindoqê re bigirn. Heke hûn rêzê ji sindoqê re negirin dê navê wê nebe demokrasî."

Erdogan, piştî hevdîtinên dualî û ya navbera heyetan de li Kulliyeya Serokomariyê digel Serokomara Maltayê Marie-Louise Coleiro Preca civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Serok Erdogan derbarê pêşhatên li Vernezuelayê got, "Hûnê rêzê ji encamên sindoqê re bigirn. Heke hûn rêzê ji sindoqê re negirin dê navê wê nebe demokrasî. Pêdivê têkoşerên demokrasiyê li tenişta yên ku li cîhanê ji bo demokrasiyê têdikoşin bin û encamên sindoqan qebûl bikin."

Erdogan herwiha got, "Maduro bi baweriya xwe ser bilind e, heke dewam bike, di wê baweriyê de me ku dê gelê Venezuelayê li pişt lîderê ku sindoqê ew hilbijartiye bisekine. Ez di cî de nabînim ku hinek rêveberî bi rêyên dijî îradeya neteweyî, bên ceribandin. Maduro ji sindoqê derketiye. Daxuyaniyeke wisa ya cenabê Trumpê ku baweriya wî bi demokrasiyê heye, ez şaş kirim."

"Soza ku Yekîtiya Ewropayê di warê pirsa koçê de dabû Tirkiyeyê nayê cî"

Serok Erdogan destnîşan kir ku soza ku Yekîtiya Ewropayê di warê pirsa koçê de dabû Tirkiyeyê nayê cî û wiha pê de çû:

"Ew soza ku pêştir bi qasî zêdetir ji 3yan weke 3,6 milyar ewro ji me re hatibû dayin, mixabin nuha encax çarîka wê hatiye dayin.

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE