Civîna hevpar a çapemeniyê ya Serok Erdogan û Ruhanî

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo ku pevçûnên li herêma me bi dawî bibin, ji bo ku aştî çêbibe gelek gavên ku Tirkiye û Îran dikarin bi hevra biavêjin hene."

Civîna hevpar a çapemeniyê ya Serok Erdogan û Ruhanî

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo ku pevçûnên li herêma me bi dawî bibin, ji bo ku aştî çêbibe gelek gavên ku Tirkiye û Îran dikarin bi hevra biavêjin hene."

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Îranê Hesen Ruhanî piştî ku yek û yek hevdîtin kir û 5emîn Civîna Konseya Tevkariyê ya Payebilind a Tirkiye û Îranê kuta bû, li Kulliyeya Serokomariyê civîna hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Erdogan diyar kir ku di navbera herdu welatan da ji bo mijara ewlehiya sînor ji aliyê teknîkî û siyasî va tevkariyeke baş heye û wiha dewam kir: 

"Em nahêlin tu rêxistinên ku îstiqrar û ewlehiya welat û herêma me ji xwe re dikine hedef li van deran bijîn. Di vê mijarê da em ê hevkariya bi Îranê ra zêde bikin. Ji bo berterefkirina hedefên me yên hevpar em bi biryar in. Ji bo ku pevçûnên li herêma me bi dawî bibin, ji bo ku aştî çêbibe gelek gavên ku Tirkiye û Îran dikarin bi hevra biavêjin hene"

Erdogan li ser biryara tengavkirinên ku Amerîkayê ji Îranê da jî wiha axivî:

"Biryara tengavkirinên dijî Îranê yên Amerîkayê ewlehî û îstiqrara herêmê dixe talûkeyê, ez cardin dibêjim ku em piştgiriyê nadin van. Mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Îranê îstiqrar û ewlehiya herêmê dixin xetereyê. Ez careke din bibêjim, em Tirkiye piştgiriyê nadin van biryaran. Di vê heyama ku zextên dijî Îranê ku em neheq dibînin, zêde bûne da em ê ligel gelê bira ê Îranê bin."

Erdogan diyar kir ku di mijarên herêmî da Tirkiye wê bi Îranê ra tevkarî û îstişareyan zêde bike.

Di mijara axa Sûriyeyê da em û Tirkiye wek hevdu difikirin

Serokê Îranê Hesen Ruhanî jî li ser rewşa Sûriyeyê wiha got:

"Divê çarenûsa Sûriyêyê bi tenê ji aliyê gelê Sûriyeyê va were kifşkirin. Divê her kes rêzê nîşanî yekparetiya axa Sûriyeyê bide û vê mijarê da em û Tirkiye wek hevdu difikirin."

Ruhanî  der heqê biryara tengavkirinên ku Amerîkayê ji Îranê disepîne da wiha got: "Ev li dijî hemû exlaq, berjewendiyên hevpar û hiqûqa navneteweyî ye. Ev tişta ku Amerîka li dijî Îranê dike ji sedî 100 çalakiyeke terorîst e."

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2018, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE