Civîna hevpar a Serok Erdogan û Kabore

Serokkomarê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokkomarê Burkina Fasoyê Roch Marc Cristian Kabore civîna çapemeniyê ya hevpar li darxistin...

Civîna hevpar a Serok Erdogan û Kabore

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Burkîna Fasoyê Roch Marc Christian Kaborê piştî civînên dualî û yên di nava heyetan de civîneke hevpar a çapemeniyê li darxistin. 

Erdogan kêfxwaşiya xwe ji bo hatina Kaborê anî ziman û tekezî li wê yekê kir cara yekê ye ku di asta serokomariyê de civîneke wisa di navbera Tirkiye û Burkîna Fasoyê de tê li darxistin.

"Dostên me yên Afrîqayî, xwedî wê hêzê ne ku xwe bixwe çareseriyê bibînin"

Serok Erdogan bal kişand ser pêşhatên dawîn ên li Kişwera Afrîqayê û wiha pê de çû:

"Em weke şopînerê polîtîkayeke derveyî ya ku mirov, edalet û piştevaniyê ji xwe re dike merkez, giringiyekî taybet didin têkiliyên bi Afrîqayê re. Ti qîmeta helwestên dûrxistinê, yên kubarî û midaxelekar ên dijî vêkişwerê li ba me tune. Dostên me yên Afrîqayî, di çarçoveya nirx, hesasiyet û dînamîkên xwe de xwedî wê hêzê ne ku xwe bixwe çareseriyê bibînin.

Erdogan behsa darbeya eskerî ya li Sûdanê kir û wiha got, "Sûdan welatek e ku têkiliyên me yên dîrokî digel in. Em terefdarê wê yekê ne ku têkiliyên me berdewam bin. Hêviya min ew e ku Sûdan bi suhûlet û tora biratiyê vê pirsgirêkê çareser bike û bikeve nava çalakkirina pêvajaoya demokratîk a normal de. Hêviya me ew e ku Sûdan di bingeha lihevhatina neteweyî û aşitiyê de vê pêvajoyê derbas bike."

Serok Erdogan wiha jî got, "Gelek xeberên cuda cuda derbarê Cenabê Umer Beşîr de tên. Gelo li mala xwe ye ya jî li cihekî din e, em nikarin tiştekî dirust bêjin."AA

Dîroka nûkirinê: 12 Nîsan 2019, 09:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE