Civîna Kabîneya Serokomariyê

Kalin piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya bi serektiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî dan.

Civîna Kabîneya Serokomariyê

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin derbarê serdana xwe ya digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya bo Rûsyayê got, "Armanca me ya sereka ya çûna Moskowê, di çarçoveya mitabeqeta Îdlibê de ya ku me bi Federasyona Rûsyayê re îmza kir, demildest pêkanîna agirbesteka acîl e. Em bi hêviya mitabeqetekê, bi têgiştineke hevbeş, di çarçoveya bûyerên li Îdlibê de, diçin."

Kalin piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya bi serektiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî dan.

Berdevk Kalin derbarê serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya bo Rûsyayê got, "Armanca me ya sereka ya çûna Moskowê, di çarçoveya mitabeqeta Îdlibê de ya ku me bi Federasyona Rûsyayê re îmza kir, demildest pêkanîna agirbesteka acîl e. Em bi hêviya mitabeqetekê, bi têgiştineke hevbeş, di çarçoveya bûyerên li Îdlibê de, diçin."

Kalin derbarê îlana rejima Esed a derbarê kirina hilbijardinekê di meha nîsanê de got, "Em dubare dibêjin, ti hikmeke wê tune ye, dê ti ferqa wê ji hilbijartina pêştir jixwe tune be. Ne di çavê me de, ne yê gelê Sûriyeyê ne jî yê civaka navneteweyî de dê tu meşûiyeta wê tune be."

Berdevk Kalin derbarê vegera penaberan bo welatên xwe got, "Heke bi awayekî ewledar, bi dilxwazî û bi şeref vegera penaberan bê pêkanîn, pêdivê mercên vê yekê li qada Sûriyeyê bê çêkirin."

Kalin wiha axivî "Yekîtiya Ewropayê ji bo Yûnanistana ku derdora 100 hezarî penaber sitendin, bi 100 milyonan fon xistin dewrê, lê dema Tirkiyeya ku mazûmvaniya 4 milyon penaberî dike dibe mewzulbehs, behsa burokrasî û mewzuetê dike. Ev dibe standarda duble."

Berdevkê Serokomariyê Kalin bal kişand ser Libyayê û got, "Em dibînin ku rêveberiya Hefter a ku ti meşrûiyeta wê tune çawa agirbestê binpê dike. Êdî pêdivê civaka navneteweyî jî bi awayekî safî vê bibîne û li gor vê gavan biavêje."AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 09:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE