Civîna Kabîneya Serokomariyê

Kalin dema li Kulliyeya Serokomariyê bi serektiya Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Civîna Kabîneyê berdewam bû daxuyanî dan û bersiva pirsan da.

Civîna Kabîneya Serokomariyê

 Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got, "Vegera penaberan dê li gor 3 binemayên sereke bin ku NYê diyar kirine. Bi awayekî ewledar, bi dilxwazî û bi şerefdar veger pêk werin."

Kalin dema li Kulliyeya Serokomariyê bi serektiya Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Civîna Kabîneyê berdewam bû daxuyanî dan û bersiva pirsan da.

Berdevkê Serokomariyê Kalin got, "Di çarçoveya temasên Cenabê Serokomarê me de yên ku di asta navneteweyî de berdewam in, tê plankirin hefteya dabê, li Cenevê weke hevserok beşdarî korbenda penaberan a kurewî bibe."

Berdevk Kalin: "Vegera penaberan dê li gor 3 binemayên sereke bin ku NYê diyar kirine. Bi awayekî ewledar, bi dilxwazî û bi şerefdar veger pêk werin."

Kalin derbarê serdana Feyzullah Kiyikli bo Ahmet Davutoglu û Ali Babacan got, "Wezîfedarkirinek bi vî awayî ji aliyê serokomarê me ve çênebûye. Hewlên wan bixwe ne."

Berdevk Kalin bal kişand ser projeya F35ê û got, "Mijar ji mijara teknîkî û berevaniyê derketiye, bi giştî bûye mijara siyaseta navxweyî ya DYAyê."

Kalin li ser pirsa 'gelo daxwaz ji bo şandina eskeran bo Libyayê heye yan na?' got, "Heta nuha daxwazeke bi vî hawayî ji Libyayê bo me nehatiye, em hêvîdarin neçarî vê nebin."

Berdevk Kalin derbarê Kolêja Dogayê de got, "Pêdivê berahî Wezareta Perwerdeya Neteweyî formulekî çêke ku xwendekar mexdûr nebin û welî jî nekevin fikaran de. Derbarê vê de jî amadekariyeke Wezareta me ya Perwerdeya Neteweyî heye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE