Civîna Komîteya Îcraya Acil ya Teşkîlata Yekîtiya Îslamê bi beşdarbûna wezîrên karên derva li Stenbolê dest pê kir.
Civîn li ser mijara êrîşên dijî misilmanan û mizgeftên li Zelandaya Nû hatibûn kirin tê lidarxistin.
Civîn li Otela The Grand Tarabyayê bi xwendina Qûr'ana Pîroz dest pê kir.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Alîkarê Serokwezîrê Zelandaya Nû û Wezîrê Karên Derva Wînston Peters û Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê Yusif Bîn Useymîn beşdarî civînê dibin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî saat 11.00ê da wê beşdarî civînê bibe û axaftinekê bike.