Civîna lijneya rêveberiya navendî ya CHP’ê

Piştî civînê 300 namzedên şaredariyê dê bên ragihandin....

Civîna lijneya rêveberiya navendî ya CHP’ê

Li aliyê muxalefetê çav li ser hevdîtina chp û îyî partiyê ne. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener wê bicivin. Beriya vê civînê lijneyên rêveberiyê yên chp’ê hevdîtinan dikin

Xebatên ji bo diyarkirina namzedên şaredariyê yên CHP’ê didomin.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHP’ê bi serokatiya serokê giştî Kemal Kiliçdaroglu dicive.

Di civînê de ji bo 300 qadên hilbijartinê namzed tên diyarkirin.

Lijneya Rêveberiya Navendî û Meclisa Partiyê jî saet di 1î de civiyan.

Piştî van civînan 300 namzed wê bên eşkerekirin.

Li aliyê din çav li ser hevdîtina serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê ne.

Herdu lîder wê li ser îtifaqa ji bo hin bajaran mezin biaxivin.

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE