Civîna medyayê ya yekîtiya weşanê ya Ewropayê

TRT bû mazûvan, civîna mezin li İstanbulê birêve çû 

Civîna medyayê ya yekîtiya weşanê ya Ewropayê

Nexweşiyê 2 salan rê neda wan lê axirî îsal hatin ba hev... Yekîtiya weşanê ya ewropacivîna xwe li stenbolê çêkir. endamên çapemeniya ewropayê 2 rojan li ser sektorê axivîn. mazûvanê wan midûrê giştî yê TRT'ê Prof.Dr. Mehmet Zahîd Sobaci bû...  

Ji ber pandemiyê du salan bi înternetê, ji dûr ve li hev rûniştin. 

Îsal TRT bû mazûvan, gelek endamên Yekîtiya Weşanê ya Ewropayê hatin Stenbolê... 

Midûrê giştî yê TRT'ê Mehmet Zahid Sobaci bangî hevkariyeke bihêz a li dijî terorîzmê kir.  

“Wek weşangerekî dewleta ku li dijî terorîzmê têkoşîna herî mezin dide, çavkaniya terorîzmê û armanca wê çi dibe bila bibe di mijara dijberiyê de em bangî hevkariyeke xurt dikin.”  

Rêvebirê Giştî yê SRG SSR'ê Bakel Walden: gelekî baş e. beriya her tiştî malbata weşangeran dîsa hat cem hev. me hevûdu careke din dît. hatina vê derê zahf baş e, trt mêvanan xweş dihewîne. 

Midûrê Giştî yê TRTê Profesor Dixtor Mehmet Zahîd Sobacı di destpêka çalakiyê di axivî. 

Dûv re endamên çapemeniya Ewropayê li ser mijarên sereke û pirsgirêkên nû mijûl bûn. 

Di civîna giregirên sektorê de, metaverse û rêbazên din ên ragihandinê jî hatin nirxandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE