Civîna MKYKya AK Partiyê

Civîn li Navenda Giştî ya AK Partiyê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.

Civîna MKYKya AK Partiyê

Piştî hilbijarinan 31’ê Adarê cara ewil MKYK’ya Ak Partiyê di serokatiya Serok Erdogan de civîya.

Piştî MKYkya ewil berdevkê Ak partiyê Omer Çelik derket ber kamerayan derbarên mijarên civînê de daxuyanî da.

Omer Çelik, di daxuyaniya xwe de qala behsa hilbijartina Stenbolê kir û got, rexneyên mixalefetê yên derbarê hikûmetê de ne cih de ne.

Çelik got, YSK nikare li gorî tu partiyan tev bigere YSK ne ya tu partiyan e.

Herkes mecbûre li gorî hiqûqê û YSKê tevbigere.

Her wiha Çelîk got, derbarê mixalefeta sereke de got, partiyeke ewqas emrê wê heye çawa di demokrasiyê de ewqas ecemî ye û her mijarê bi rejîmê re girê dide.

Her wiha Çelik got, CHP tu carî bi tena serê xwe siyasetê nake û her tim desteka derveyê welat distîne.

Çelik anî ziman ku em riyeke nû çê nakin em li heqê xwe digerin û em naxwazin gelê me mexdûr bibe. 

Dîroka nûkirinê: 13 Nîsan 2019, 11:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE