Civîna MYKê ya AK Partiyê

Çelik dema ku bi seroktiya Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li navenda giştî ya partiyê civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) berdewam bû daxuyanî dan.

Civîna MYKê ya AK Partiyê

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik got, "Em êrîşa hednezan û bêsînor a li dijî alaya Komara Qibrisa Bakur a Tirkî, bi tundî şermezar dikin."

Çelik dema ku bi seroktiya Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li navenda giştî ya partiyê civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) berdewam bû daxuyanî dan.

Berdevk Çelik bal kişand ser şewitandina alaya Komara Qibrisa Bakur a Tirkî li Qibrisa Beşa Rûman û wiha got:

"Em êrîşa hednezan û bêsînor a li dijî alaya Komara Qibrisa Bakur a Tirkî, li dijî ala û sembola milletekî, bi tundî şermezar dikin. Em tenê weke çalakiyeke çend provokatorekî lli vê meseleyê nanerin. Em dizanin ku siysetmedarên Yûnan û Rûm cesaretê didin kesên van çalakiyan li dar dixin. Di encamê de eşkere ye ku bandora daxuyaniyên wan siyasetmedarên navborî li ser vê çalakiyê heye."

Çelik ragihand ku li Rojhilatê Deryaya Spî dê ji berjewendiyên Tirkiyeyê û mafên Komara Qibrisa Bakur a Tirkî destberdarî neyê kirin

Çelik herwiha ji bo êrîşa dijî jina sernixumandî ya li Karakoyê jî got, "Mafê kesî tune ye ku destwerdan û destdirêjiya şêwaza jiyana kesekî din bike û ji ber cilûbergan wan biêşîne."

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2019, 09:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE