Civîna MYKê ya AK Partiyê

"CHPyê di serdema serokên xwe yên giştî yên rabirdûyê de ti carî nekarîn sekneke wisa millî nîşan bidin. CHP di wê kîfayetê de nîn e ku AK Partiyê weke "dewleta partiyê" sucdar bike. Yên ku bermahîkên rejima take partiyî ya antî demokratîk paqij kirin em bûn"

Civîna MYKê ya AK Partiyê

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik derbarê muxtireya mitabeqata digel Libyayê de got, "Tirkiyeyê bi vî hawî ew dîwarê ku dixwazin li Deryaya Spî lêkin, ruxand."

Çelik dema ku bi serektiya Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, li navenda giştî ya partiyê, civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) berdewam bû daxuyanî dan rojnamevanan.

Berdevk çelik derbarê muxtireya mitabeqata digel Libyayê de got, "Tirkiyeyê bi vî hawî ew dîwarê ku dixwazin li Deryaya Spî lêkin, ruxand. Ewên ku li Rojhilatê Deryaya Spî berjewendiya Tirkiyeyê tune dihesibînin û dixwazin rewşeke kardarî pêkbînin, careke din bi rêya hiqûq û dîplomasiya bersiva wan hat dayîn. Yên ku hêjî fam nakin, dê Hêzên Deryayî yên Tirkiyeyê bi berdewamî alayê nîşanî wan bide. Bi mebesta parastina berjewendiyên me yên neteweyî, di serî de Deryaya Spî û li her cihekî din heke bê xwestin li hember Tirkiyeyê bi eşkere û vekirî organîzasyon bên lidarxistin, emê pêşî bi dîplomasiyê heke nebû emê bi hêzê çareser bikin."

Rojnamevanan rexneyên Wekîlserokê Giştiyê CHPê Ozgur Ozel ên dijî Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji "dewleta malbatê" bibîra Çelik xistin û Çelik di vê bareyê de got, "CHPyê di serdema serokên xwe yên giştî yên rabirdûyê de ti carî nekarîn sekneke wisa millî nîşan bidin. CHP di wê kîfayetê de nîn e ku AK Partiyê weke "dewleta partiyê" sucdar bike. Yên ku bermahîkên rejima take partiyî ya antî demokratîk paqij kirin em bûn."

Berdevk Çelik derheqê Idlibê de jî wiha axivî:

"Agahî tên ku dîsan ji wêderê ve pêlek penaberan tevdigere. Ji îro pê de Tirkiye nikare pêlên wisa ên penaberan bi tena serê xwe çareser bike. Em bi şiklekî eşkere îfade dikin ku ji nuha pê de pirsa penaberan dê ji Tirkiyeyê zêdetir bibe pirsa hevpeymanên me. 

Çelik derbarê êrîşên terorê yên li Idlibê wiha got, "Êrîşên ku tên kirin bi eşkere tên wateye binpêkirina Muxtireya Soçiyê ya ku Serokomarê me bi Pûtîn re îmza kir, di demên dawî de zêdebûne. Pêdivê mitabeqet bê parastin."

Berdevk Çelik derbarê biryara derbarê doza kuştina Kaşikçî ya Serdozgeriya Suûdî wiha axivî:

"Biryareke tetmînkar nîn e, mixabin fikarên me mafdar derxist. Em çaverê bûn ku biryar bi raporta NYê re pabend be. Biryar zelal nîn e, tarî ye. Em bangawaziya dadbîniyeke zelal û rêzdar dikin. Em dibêjin pêdivê mehkeme li Stenbolê di bin çavdêriya saziyên navneteweyî de di sitandarda dadbîniya bilind de be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE