Civîna MYKê ya AK Partiyê

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik derbarê nûkirina hilbijartinên Serokariya Şaredariya Mezin aStenbolê got, "CHP jidêvla ku berê xwe bide hilbijartinê, bi hakemê ku biryara pêvajoyê dide re re pev diçe."

Civîna MYKê ya AK Partiyê

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik derbarê nûkirina hilbijartinên Serokariya Şaredariya Mezin aStenbolê got, "CHP jidêvla ku berê xwe bide hilbijartinê, bi hakemê ku biryara pêvajoyê dide re re pev diçe."

Çelik, dema ku civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) li navenda giştiya partiyê bi Serokatiya Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan dewam dikir, civîna çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsan da.

- Hilbijartina Stenbolê

Omer Çelik bibîr xist ku pêvajoya nûkirina hilbijartina Stenbolê destpê kiriye û wiha axivî:

"Ya giring ji nuha pê de hûrbûna li ser hilbijartinê ye, pêdivê tez ji welatiyan re bên vegotin û bêhtir bi welatiyan re em bicivin. Pêdivê hemî partiyên siyasî vê bikin lê CHP jidêvla ku berê xwe bide hilbijartinê, bi hakemê ku biryara pêvajoyê dide re re pev diçe. Êrîşên wê yên li dijî LBHê berdewam in. Bi gotina 'çete' destpê kirin, pey re zêdetir çûn." 

Berdevk Çelik herwiha got, "Dana peyamên sempatîk alternatîfa pêvajoya hiqûqî nîn e, hûn nikarin bi peyamên sempatîk pirsgirêkên hiqûqî binuximînin."

- Hilbijartinên PEyê

Berdevkê AK Partiyê Çelik derbarê hilbijartinên Parlementoya Ewropayê (PE) "Em dibînin ku êdî hemî alî ajendeya rastgirên tund bikar dibin. Bi dijminatiya Erdogan destpê dikin, bi dijminatiya Îslamê û Tirkiyeyê didomînin."

Çelik wiha jî got, "Rastgirên tund, weke komeke yekgirtî bi ajendeya hevpar tevdigerin. Ev ji bo Ewropayê xetereyeke mezin e."

- Êrîşên rejima Sûriyeyê yên li dijî Îdlibê

Berdevkê AK Partiyê Çelik bal kişand ser Sûriyeyê û got, "Hêzên rejimê cihên niştecih û dibistanan ji xwe re dikin armanc. Ev bi eşkereyêi tê wê wateyê ku rejim hewl dide muxtiraya Îdlibê sabote bike."

Omer Çelik ji bo Têkiliyên DYA-Îranê wiha axivî:

"Herêm bi girjiyekê zêdeyî qebareya xwe ve rûbirû ye. Girjiya di navbera DYA-Îranê de bû ssedema ku di cih de tansiyonên Yemen, Iraq û Efxanistanê bilind bibin. Ev tabloyeke gelekî xeter e."

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE