Civîna Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Macron û Barzanî

Françoîs Senemaudê Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê bi Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ra hat bal hev...

Civîna Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Macron û Barzanî

Françoîs Senemaudê Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê, li Hewlêrê bi Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hat bal hev. 

Li gor daxuyaniya ji Ofîsa Barzanî hat dayîn, di hevdîtina ji çapemeniya ra girtî hat kirin da, herdu serok li ser rewşa Sûriyeyê, geşedanên li herêmê diqewimin û têkiliyên navbeyba Parîs û Hewlêrê axivîn.  

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Senemaud gotiye ew ê alîkariya ku didinê Herêma Kurdistanê bidomînin. 

Nêçîrvan Barzanî jî ji ber piştgirî û alîkariya ku hikûmet û Serokomarê Fransayê Macron dide wan spas kir. 

Françoîs Senemaudê Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê duh jî li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî ra hatibû bal hev. AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 17:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE