Civîna nûnerên Tirkiye û Ermenistanê ew ê di 14ê rêbendanê da li Moskovayê were kirin

Civîna nûnerên Tirkiye û Ermenistanê ew ê di 14ê rêbendanê da li Moskovayê were kirin

Wezareta Karên Derva diyar kir ku civîna ewil a nûnerên taybet ên Tirkiye û Ermenistanê ew ê di 14ê rêbendanê da li Moskovayê were kirin.

Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin: "Civîna ewil a Nûnerên Taybet ên Tirkiye û Ermenistanê ew ê di 14ê rêbendana 2022yan da li Moskovayê were kirin."

Balyozê Washîngtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç di 15ê berfanbarê da wekî Nûnerê Taybet ê Ermenistanê hatibû wezîfedarkirin.

Alîkarê Serokê Palementoya Ermenistanê Ruben Rubînyan jî di çarçoveya diyaloga Ermenistan û Tirkiyeyê da wekî nûnerê taybet hatibû tayînkirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE