Civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind

Şûra wê di bin serokatiya Serok Erdoğan de bicive

Civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind

Şûraya Leşkerî Ya Bilind, di bin Serokatiya Serok Recep Tayyîp Erdogan de îro wê bê kirin. di civînê de mijara sereke dosyayên terfî û tayînê yên hêzên çekdar ên Tirkiyê ne. tê texmînkirin ku îsal tu fermandar neyên guhertin.

Dosyayên terfî û tayînê yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê wê bên nirxandin.

Tê texmînkirin ku fermandar neyên guhertin.

Di Sîstema Hikûmeta Serokomariyê de cara duyemîn civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind tê lidarxistin. Serok Erdogan wê serokatiya civînê bike.

Di civînê de dosyayên mîralayên ku wê bibin general û amîral wê bên nirxandin.

Her wiha wê derbarê general û amîralan de biryar bê dayîn ka gelo wê terfî bikin an jî bên teqawidkirin.

Çav li rê ne ku di fermandariya hêzan a artêşa tirkiyê de tu guherîn çênebin

Tê texmînkirin ku Sererkan Orgeneral Yaşar Güler û Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Ümit Dündar ji ber ku gegihiştine sînorê temen û dema erka xwe tijî nekirine, wezîfeyên xwe bidomînin.

Çav li rê ne ku Fermandarê Hêzên Behrevaniyê Oramîral Adnan Özbal û Fermandarê Hêzên Asîmanî Hasan Küçükyüz ku 2 sal in li ser wezîfeyê ne, erka wan salekî din jî bê dirêjkirin.

Civîn wê li Kulliyeya Serokkomariyê bê kirin; Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay, Wezîrê Parastinê Hulusi Akar, Wezîrê Xezîne û Darayî Berat Albayrak, Wezîrê Dadê Abdulhamit Gül, Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk, Serarkan Yaşar Güler û fermdandarên hêzan wê beşdarî civînê bibin.

Beriya civînê nûnerên Şûrayê wê bi serokatiya Serok Erdoğan biçin serdana Anitkabirê.

Çav li rê ne ku xebatên Şûraya Bilind a Leşkerî, di nava rojekê de biqedin û piştî pejirandina Erdoğan biryarên şewrê têkevin rewacê.

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE