Civîna Şûreya Eskerî ya Payebilind di serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da hat kirin, bi dawî bû.
Civîn li Kuliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û qasî saetekê dewam kir.
Di civînê da Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz cî girtin.AA