Civîna şêwrê ya di navbera Türkiye û Yewnanistanê da li Atînayê hat kirin

Di hevdîtinan da tura berê jî di 25ê Rêbendanê da li Stenbolê hatibû kirin. Hevdîtinên berê da navê îstiqşafî dihat emilandin û niha bo wan hevdîtinan şêwr tê gotin.

Civîna şêwrê ya di navbera Türkiye û Yewnanistanê da li Atînayê hat kirin

Hevdîtina 62yemîn a şêwrê ya di navbera Türkiye û Yewnanistanê da li paytext Atînayê hat kirin.

Li ser navê Türkiyeyê Sedat Onal, Çagatay Erciyes û Bariş Kalkavan û li ser navê Yewnanistanê jî Pavlos Apostolîdîs, Aleksandros Kuyu û Îfîgeniya Kanara beşdar bûn.

Di hevdîtinan da tura berê jî di 25ê Rêbendanê da li Stenbolê hatibû kirin. Hevdîtinên berê da navê îstiqşafî dihat emilandin û niha bo wan hevdîtinan şêwr tê gotin.

Di hevdîtinên navbera Türkiye û Yewnanistanê da tê payîn ku pirsgirêkên li Behra Spî û Egeyê hene, bên çareserkirin.

Hevdîtinên ewil ên di navbera herdu welatan da di 12ê Adara 2002an da li Enqereyê dest pê kiribûn û heta 2016an dewam kiribûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE