Civîna Wezîr Çavuşoglu û Baerbock

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bi Baerbocka hemtayê xwe ya Alman ra di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî

Civîna Wezîr Çavuşoglu û Baerbock

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku di rojên dawîn da li Almanyayê fealiyetên PKKyê zêde bûne û got ku"Me fikarên xwe yên der barê terorê da ragihand wan. Ez dixwazim ku cardin li vir jî destnîşan bikim ku di serî da PKK, YPg, PYD û FETO ji rêxistinên terorê ra hembêz vekirin ne li gor rihê mitefîqiyê ye."

Çavuşoglu û Wezîra Karên Derva ya Almanyayê Annalena Baerbock piştî hevdîtinên xwe li Nûnertiya Stenbolê ya Wezareta Karên Derva civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist. 

Wezîr Çavuşoglu di axaftina xwe da got ku di hevdîtina dualî da têkoşîna dijî terorê hat guftûgokirin û ev gotin:

"Me fikarên xwe yên der barê terorê da ragihand wan. Ez dixwazim ku cardin li vir jî destnîşan bikim ku di serî da PKK, YPg, PYD û FETO ji rêxistinên terorê ra hembêz vekirin ne li gor rihê mitefîqiyê ye. Mixabin ku di demên dawîn da min lîsteya wê da Birêz Baerbockê jî. Em dibînin ku li Almanyayê fealiyetên PKKyê zêde bûne hem jî bi sembol û paçikên xwe yên qedexekirî va. Dîsa piştî agir bi wesayîteke me ya Serkonsolosxaneya me ya Stutgartê hat xistin me bertek û hêviyên xwe ragihandibûn meqamên Alman."

Çavuşoglu destnîşan kir ku Tirkiye di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da pêngavên berbiçav û hevkariyeke aktîf hêvî dike û got ku "Sînordarkirina di berhemûn pîşesaziya parastinê da hê jî dewam dike. Ev ne li gor rihê mitefîqiyê ye. Me ev jî got. Helbet em wisa difikirin ku di nav mitefîqan da divê sînordarkirin tunebin."

Çavuşoglu bal kişand ku li Ewropayê nijadperestî û dijberiya îslamê ya zêde dibe dibe sedema fikaaraan û got ku "Em wek wezaret raporek amade kir. Birastî jî gelekî zêde bûye. Di heyama pandemiyê da jî dijî misilmanan, dijî mizgeftanêrîşên nijadperest gelekî zêde bûne. Em dixwazin ku ji bo ewlehiya komele û mizgeftên civaka misilman û Tirk a li Almanyayê tevdîrên hewce bên hildan."

Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye amade ye ku bi Almanyayê ra hevlariyê bike û wiha dewam kir: 

"Divê her cure nijadperestî, cudakariyê em hemû bi hev ra têkoşînê bidin. Birêz Baerbock di vê mijarê da siyasetmedareke hesas e. Min di hevdîtina me ya kêliyek berî niha da spasiya wê kir. Heteya borî Nurnberg bîrdariya ku ji bo birayên me yên di cinayetên rêxistina NSUyê da jiyana xwe ji dest dan hat çêkirin ziyaret kir û ji wir peyameke girîng da. Ez ji ber wê hesasiyeta wan spasiya wan dikin."

 "Hûn Kavala dijî Tirkiyeyê diemilînin"

Çavuşoglu di beşa pirs-bersivê ya civînê da helwesta Almanyayê ya der barê doza Osman Kavala da rexne kir. 

Çavuşoglu bal kişand ku li Ewropayê li Fransa, Norveç, Almanya û Yûnanistanê gelek biryarên DMMEyê hayên bicîanîn û wiha axivî: "Mafê her welatiyê me heye piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî diqedin serî li DMMEyê bide. Ev ji bo Osman Kavala jî wisa ye. Wek Tirkiye biryara serbest berdanê ya DMMEyê hat tetbîqkirin lêbelê ji ber sûcên din girtîbêna wî dewam dike, herwiha ji ber wan sûcdarkirinan jî ceza hildaye."

Çavuşoglu diyar kir ku DMME heke berî ku li Tirkiyeyê rêyên hiqûqa navneteweyî xilas bibe biryarek hilde ev dê biryareke siyasî be û ev gotin: 

"Evqas biryar nayên tetbîqkirin, hûn ji Yûnanistanê hatin we ev li Yûnanistanê bi bîr nexisitin hûn çima mijara Osman Kavala daîma tînin rojevê? Ji ber ku hûn Osman Kavala dijî Tirkiyeyê diemilînin, fon didin. Em dizanin ku we di bûyerên Geziyê da çiqas fon da. We çiqas piştgirî da. Ji ber wê hûn mijara Osman Kavala ewqas tînin rojevê."

Çavuşoglu got ku Almanya di civînên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da li hemû welatan geriyaye û ji bo ku Tirkiye bê avêtin hewl daye. 

"Yûnanistan van peymanan îxlal dike û çekdar (giravan) dike"

Wezîr Çavuşoglu behs kir ku li Ege û Behra Spî îxtilafên Tirkiyeyê bi Yûnanistanê ra hene û got ku "Helbukî di mijarên bi îxtilafa da ji propagandayan bawer kirin û teref girtin tiştekî rast nîne. Ji Almanyayê hêviya me jî ev nîne."

ÇAvuşoglu diyar kir ku Tirkiye ji bo ku bi Yûnanistanê ra mijarên bi îxtilaf bi rêyên aştiyane çareser bike hewl dide lêbelê Yûnanistan propagandaya dijî Tirkiyeyû didomîne û got ku nameya ku Tirkiyeyê der barê mijarê da ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ra şand gelekî eşkere û vekirî ye. 

Çavuşoglu peymanên navneteweyî yên der barê statiya xeyrîeskerî ya giravên li Rojhilatê Egeyê bi bîr xist û wiha axivî: "Ev girav bi peymanêna Lozan 1923 û peymana Aştiyê ya Parîsê ya 1947an va dan Yûnanistanê lêbelê ji bo hin giravan şert hatin danîn. Yûnanistan nikare van çekda rbike lêbelê Yûnanistan van peymanan îxlal dike û çekdar (giravan) dike. Heke em behsa hiqûqa navneteweyî dikin ji ber ku Yûnanistan welatekî YEyê ye xwedîlêderketin tiştekî rast nîne."

Çavuşoglu got ku Tirkiye di nameya ku ji NYyê ra nivîsî da ev mijar anîn ziman lêbelê Yûnanistanê nekarî ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da bersivû bide û wiha axivî: "Ji ber ku sûcdar e. Heke neheq be hûn jî divê bikarin ji Yûnanistanê ra bibêjin 'tu neheqî' lêbelê hûn niakrin vê bibêjin."

Çavuşoglu destnîşan kir ku endamtiya YEyê nayê wê meneyê ku tu xwedî her cure mafê yî û digel her cure îxlalûn hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan YE bi rihê yekîtiyê piştgiriya xwe didomîne. 

Çavuşoglu destnîşan kir dema Almanya der barê îxtilafên di nav Tirkiye û Yûnanistanê da helwestek nîşan dide divê polîtîkaya hevsengê nîşan bide û ev gotin: 

"Yûnanistan di vê mijarê da gelekî serkeftî ye Di rewşeke çiqas neheq be da jî dikare xwe gelekî mexdûr nîşan bide. Gelekî baş dizane bigirî, Di wê çarçoveyê da divê hem sazî, hem rêxistinên navneteweyî hevsengî tevbigerin û adil bin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE