Wekîlserokê Giştiyê AK Partiyê û Serokê Heyeta Rîsipiyan a Teşkîlata Dewletên Tirkî Bînalî Yildirim digel Balyozê Qirgizistanê yê li Enqereyê Kubaniçbek Omureliyêv civiya.
Di civîna ku li Navenda Giştî ya AK Partiyê birêve çû de, li ser mijarên weke geşepêdana bîrmendiya dîrok, çand û zimanê hevbeş di bin banê Teşkîlata Dewletên Tirkî de gotûbêj hat kirin. Herwiha derbarê geşepêdana bingeh û qebareya bazirganiyê ya di navbera welatên endam de danûstana fikrê hat kirin.AA