Şêxmûs Salih 8 sal berê, ji ber şerê sûriyê xwe spart Türkiyeyê. Şêxmûs hêj ciwanekî 20 salî ye û ev 4 sal in ji ber nexweşiya korneayê çavên wî nabînin. Lazim e Şêxmûs emeliyat bibe lê divê rayedar destûrê bidin.
Ger emeliyat nebe wê kor bimîne.
Şêxmûs Salih beriya 8 salan ji şerê Sûriyê reviya û xwe spart Türkiyeyê.
Ev çar sal in ku ji çavên xwe nexweş e, korneayên çavên wî xera bûne.
Ciwanê Sûriyeyî ger emeliyat nebe wê kor bimîne û hew bibîne.
Salih niha li benda alîkariyê ye ku rayedar destûrê bidin li nexweşxaneya dewletê emeliyat bibe.
Şêxmûs Salih dibêje ez naxwazim kor bibim, bila rayedar û xêrxwaz alîkariyê bikin.