Ciwan bi hunerê re mijûl dibin

Bi saya navenda piştgiriya malbatan gelek kurs tên dayîn

Ciwan bi hunerê re mijûl dibin

Navenda piştgiriya malbatê û hunerê ya zêdkana agiriyê ji bo zarok û mezinan dersên cur bi cur dide. xwendekarên li vir lêdana enstrûmanan, hunera destan û çêkirina resiman hîn dibin.

Hin ji wan resman çêdikin hin ji wan jî lêdana enstrûmanê û stranbêjiyê hîn dibin.

Piraniya wan jî xwendekar in û piştî ku ji dibistanê derdikevin tên vê derê, di beşên hunera destan, resim û muzîkê de perwerdeyê dibînin.

Li Navenda Piştgiriya Malbatan û Hunerê ya Zêdkanê, piraniya kursiyeran jî keçik û jin in.

Mamosteyên navendê dibêjin, bi saya kurs û çalakiyên ku ew li dar dixin, ciwan tiştên baş hîn dibin û ji talûkeyên li kuçe û kolanan dûr disekinin.

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2020, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE