Li navenda perwerdeya gel a Batmanê, elaqeya ji bo kursa zimanê îşaretan zehf e. Herî zêde jî ciwan dixwazin vî zamanî hîn bibin. Mamosteya kursê ji elaqe û hewla ciwanan gelek memnun e.
Ji bo xizm, nas û dostên xwe yên ku nabihîzin zimanê îşaretan hîn dibin.
Li navenda Perwerdeya Gel a Batmanê ji kursên herî qerebalix yek kursa zimanê îşaretan e.
Hemû kursiyer jî ciwan in.
Bi dil û can hewl didin ku vî zimanî hîn bibin.
Hêj ciwan in lê jiyana kesên ku nabihîzin ji gelekan baştir fehm dikin; dixwazin bi wan re rihet têkilî deynin û alî wan bikin.