Ciwan elaqeyeke zêde nîşanî erbaneyê didin

Dixwazin enstrumanên berê yên Kurdan hîn bibin û vê kevneşopiyê bidomînin

Ciwan elaqeyeke zêde nîşanî erbaneyê didin

Enstrumana kurdan a kevnare erbane îro di nav ciwanan de jî popûler e. Li Siirtê, ciwanên ku dixwazan hunera bav û kalan hîn bibin berê xwe didin kursan.

Li ser vê axê bi sedan sal in ev deng olan dide.

Him rih dide lawijan…

Him jî kêf û şahiya klaman e.

Enstrumana Kurdan a kevnare erbane, îro di nav ciwanan de jî popûler e.

Li Siirtê ciwanên ku dixwazin lêdana erbaneyê hîn bibin berê xwe didin kursa Navenda Ciwanan.

Ciwan him ji dengê erbanê hez dikin him jî dixwazin çanda bav û kalan bidomînin.

Hostayên erbaneyê ji elaqeya ciwanan gelek memnun in û dixwazin ev hunera berê ya Kurdan dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE