Ciwan herî zêde ji kursa resman hez dikin

Piraniya ciwanan jî dixwazin têkevin fakulteya hunerê ya zanîngehan

Ciwan herî zêde ji kursa resman hez dikin

Li Midyada Mardinê, ciwanên ku dixwazin têkevin fakulteya hunerê diçin kursê. Ciwan li kursê him bêhna xwe vedidin him jî qabîlîyeta xwe bi pêş dixin.

Li Midyada Mardinê, ciwanên ku ji çêkirina resman hez dikin diçin kursa Navenda Perwerdeya Gel.

Ligel elaqeya resmê, hinek ji wan biqabîliyet in û resmên gelek xweşik çêdikin.

Her çiqas qabîliyeta wan hebe jî ciwan bi saya mamosteyên pispor hunera xwe bi pêş dixin.

Ciwan him li vê derê behna xwe vedidin him jî ji bo ku biçin beşa hunerê ya zanîngehan perwerde dibin.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 13:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE