Endamên komeleya qenciyê ya İstanbulê ji bo ku alîkariyan bigihînin zarokan hatin gundê demanê yê şemzînanê. Zarokên gund, bi diyariyên keç û xortên xêrxwaz gelek kêfxweş bûn.
Ji bo ku destê xwe dirêjî van zarokan bikin, ji İstanbulê bi rê ketin hatin gundê Demanê.
Endamên Weqfa Perwerde û Piştgiriyê AKSA’yê û Komeleya Qenciyê, ji bo zarokên Hakkariyî projeyeke hevpar amade kirin.
Ciwanên xêrxwaz cil û bergên ku ji bo zarokan anîn li wan kirin, bi wan re xeber dan.
Zarok herî zêde jî bi cilên xwe yên germ kêfxweş bûn.
Ciwan ji bo ku di navbera wan de têkiliyeke taybet çêbibe; guldankên ku ji bo wan çêkirin û tovên kulîlkan diyariyî wan kirin.