Ciwanê ji Geverê bi melzemeyên xurde drone çêkir

Tuner diyar kir ku ji bo amûrên teknolojîk meraqa wî zêde ye û got ku droneyê di baxçeya mala xwe da difrîne û li ber bayê bêtir li ber xwe dide.

Ciwanê ji Geverê bi melzemeyên xurde drone çêkir

Bedran Tunerê ku li Gevera navçeya Hekariyê dijî melzemeyên xurde bi kar anî û droneyeke ku dikare 4 kîlo giranî rake û kêmzêde 30 deqîqe li hewayê bimîne çêkir.

Tunerê 19 salî yê ku li Taxa Gungorê ya navçeyê dijî droneya ku ji bo çêkirina wê piranî melzemeyên xurde bi kar anî di 4 mehan da temam kir.

Tuner diyar kir ku ji bo amûrên teknolojîk meraqa wî zêde ye û got ku droneyê di baxçeya mala xwe da difrîne û li ber bayê bêtir li ber xwe dide.

Tuner qise kir ku demek dirêj der barê droneyan da lêkolîn kir û got ji ber ku madiyata wî dest neda ku yekê nû bikire biryar da ku amûra xwe bixwe çêke.

Tuner got ku bi ceribandinê hînê firandina droneyê bû û wiha axivî: 

"Di wê maweyê da qeza çêbûn, droneya min zirar dît. Di navbera wê û yên ku li piyaseyê tên firotin da tu ferq tune. Ji ber modên ku min eyar kirine li hewayê zêde dimîne. Mirov dikare giranî lê bar bike û bi vî awayî bi kameraya profesyonel dîmenên xweşik bikêşe. Biqasî 900 mêtroyan dikare bilind bibe û heta 5 kîlomêtroyê jî bigere.Bi saya moda ku min eyar kiriye heke şarja wê xilas bibe yan jî têkiliya bi qumandayê ra qut bibe dikare bê cihê ku bixwe diyar kiriye yan jî cihê ku we diyar kiriye."AA

Dîroka nûkirinê: 04 îlon 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE