"Ciwanî û xeyalên kurê min dizîn"

"Heta kurê min neyê ez ê ji vir neçim. Çawa birine bira wisa jî bînin. Min zehf bêriya kurê xwe kiriye, xeyalên wî hebûn. Ciwanî û xeyalên kurê min dizîn"

"Ciwanî û xeyalên kurê min dizîn"

 Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê bi îdiaya zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya Serokatiya Parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike. Dayik Mevlude Uçdaga ku 6ê îlonê beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Ramazan Uçdagê ku ji 1ê Hezîrana 2015an vir va xeber jê nayê sitandin, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Uçdagê diyar kir ku heya kurê wê neyê, ew ê çalakiya xwe bi dawî neke û heger berf û baran jî bibare ew ê ji çalakiyê vagêr nebe.

Sevda Demira ku ji bo kurê xwe Fatihê ku ev 4 sal e naxuyê, beşdarî çalakiyê bû jî destnîşan kir ku ew ê ji bo kurê xwe heya dawiyê vê çalakiya xwe bidomîne.

Demirê diyar kir ku kurê wî hat xapandin û ji avahiya HDPyê ya parêzgehê birin serê çiya û wiha dewam kir:

"Heta kurê min neyê ez ê ji vir neçim. Çawa birine bira wisa jî bînin. Min zehf bêriya kurê xwe kiriye, xeyalên wî hebûn. Ciwanî û xeyalên kurê min dizîn. 53 roj e li vê derê me, ez ê heya dawiyê jî dewam bikim. Ez ji sê ciyan emeliyet bûme, divê ez li ber sermayê nemînim, lêbelê heya kurê min neyê ez ê neçim. Ez her roj digirîm, nikarim tiştekî bixwim. Ez timî bi xeyalên wî dijîm."AA

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2019, 15:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE