Ciwanan teşwîqî sporê dikin

Şaredariya Şahinbeyê 150 hezar cot pêlavên sporê belav kirin

Ciwanan teşwîqî sporê dikin

Şaredariya Şahînbeya Gaziantepê li xwendekarên navçeyê solên sporê belav kirin. Sol ji ber tevdîrên koronayê li 24 navendan bi riya randewûyê tên belavkirin.

Şaredariya Şahînbeyê, bi xizmet û alîkariyên xwe yên ji bo ciwan û xwendekaran balê dikişîne.

Şaredariyê wek salên berê îsal jî li xwendekaran solên sporê belav kirin.

Ji xwendekarên ku sol wergirt: “Şaredariya me ev 2 sal in li me pêlavan belav dike. Alîkariya ku tê kirin bi taybetî jî ji bo hewcedaran gelek girîng e. Ji bo vê ez spasî şaredariyê dikim.”

Sol îsal ji ber tevdîrên koronayê li 24 navendan bi sistema randewûyê tên belavkirin.

Xwendakarên ku diyariyên xwe girtin, spasî şaredar Mehmet Tahmazoğlu kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE