Ciwanên gund guh nadin berf û sermayê futbolê dilîzin

Li Iğdırê ciwanên li gundan dijîn guh nadin sir û sermayê tên gundê Alîbeyê û li qada futbolê pêşbirkan çêdikin

Ciwanên gund guh nadin berf û sermayê futbolê dilîzin

 Li Iğdırê her çiqas berf bibare, rêya gundên li quntarên çiyê bê girtin û zivistan zehmet derbas bibe jî, welatiyên li gundan dijîn li ser berfê futbolê dilîzin û dema xwe xweş derbas dikin.

Ciwanên li gundên cuda dijîn piştî karên rojane xelas dikin, hewyanên xwe êm dikin tên li bal hevdu û li gundê Alîbeyê futbolê dilîzin.

Di navbera gundan da pêşbirkên futbolê çêdibin, ciwanên di nav cil û bergên rojane da li ser berfê futbolê dilîzin dîmenên xweş derdixin holê.

- "Em nabêjin berf û serma futbolê dilîzin"

Gundî Ahmet Turgut ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand şert û merc çi dibe bila bibe ew futbolê dilîzin û wiha axivî: "Midûriyeta Ciwanî û Werzîşê ya Iğdırê top, forma û tor da me. Em nabêjin berf û serma futbolê dilîzin. Li vir 12 gund hene em hin caran bi wan ra, hin caran jî di navbera xwe gundiyan da wek bira futbolê dilîzin. Kî bi ser bikeve em forma û kramponê wek diyarî didin wan."

- "Hewa çiqas sar be jî em futbolê dilîzin"

Welatî Çetîn Patak jî got gundên li der û dorê eleqeyê nîşanî pêşbirkan didin û wiha axivî: "Li vir hewa pir xweş e. Li gund karê me heywandarî ye. Li vir û gundên din tekane kêfxweşiya me ciwanan futbol e. Em kesên di gundên çiyayn da dijîn hînê zor û zehmetiyan bûne. Ji ber vê hewa çiqas sar be jî em futbolê dilîzin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE