Ciwanên ji Sûriyeyê bi alîkariya ÎHHyê dizewicin

Di nav alavên hatin belavkirin da sarinc, cilşo, xalîçe, cih û nivîn, alavên biçûk ên malê tên bikaranîn, hene...

Ciwanên ji Sûriyeyê bi alîkariya ÎHHyê dizewicin

Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) li herêma bi Operasyona Mertalê Feratê ji terorê hatine paqijkirin alîkariya 30 ciwanan kir û alavên malê da wan.

ÎHHyê li Ezeza Sûriyeyê li Navenda Lojîstîkê ya Babusselamê alîkariya 30 ciwanên ku wê bizewicin kir.

Di nav alavên hatin belavkirin da sarinc, cilşo, xalîçe, nivîn û alavên biçûk ên malê tên bikaranîn, hene.

Yakup Alacayê ji şaxa çapemeniyê ya Xebatên Sûriyeyê ya ÎHHyê got ciwanên ku alîkariya wan hatiye kirin di kon û konteyniran da dijîn û rewşa wan a aboriyê nebaş e.

Alaca got heta niha li Sûriyeyê wan alîkariya 200 ciwanî kiriye ku ew bizewicin û wiha dewam kir: "Di sala 2019an da jî emê alîkariya Suriyeyiyên ku dixwazin bizewicin bikin."

ÎHH ji destpêka şerê Sûriyeyê vir va alîkariya gelê sivîl dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2018, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE