Çiyager eleqeyê nîşanî Çiyayê Agiriyê didin

Çiyager eleqeyê nîşanî Çiyayê Agiriyê didin

Piştî ku bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê ji terorê hat paqijkirin û ji hilpaskbûnê ra hat vekirin çiyager eleqeyeke zêde nîşanî hilpaskbûna lûtkeya Çiyayê Agiriyê didin.

Çiyayê Agiriyê yê bi 5 hezar û 137 mêtro bilindahiyê va çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye ji ber ewlehiyê demeke dirêj ji bo hilpaskbûnê hatibû girtin. Piştî ku bi operasyonên serkeftî ji terorê hat paqijkirin çiyager ji bo hilpaskbûnê eleqeyê nîşanî çiyê didin.

Gelek çiyagerên ji nav welêt û dervayê welêt tên herêmê bi hilpaskbûna dijwar a 3 rojan li ber xwe dida va derdikevin lûtkeya çiyê.

Çiyager ji bo hewaya çiyê ji wan negre û nexweş nekevin li hin ciyan diêwirin û bêhna xwe didin.

Kesên ji bo hilpaskbûnê tên çiyayê di navebera Bazîda navçeya Agiriyê û Îdirê da tevkariyê didin aboriya herêmê.

- Li gor rewşa hewayê hilpaskbûn hetanî lûtkeyê dewam dike

Bulent Balciyê ji bo hilpaskî çiyê bibe bi hevalên xwe ra hat herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî xebatên li herêmê çiya dîsa ji turîzmê ra hat vekirin, ji ber vê gelekî kêfxweş in.

Balci got derketina lûtkeya Çiyayê Agiriyê hesteke bêhempa ye û wiha pê da çû:

"Sê roj berê me dest pê kir û îro em derketin lûtkeyê. Çiyayê Agiriyê çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye. Ji ber vê dema hilpask dibin ji bo beden hînî hewayê bibe û bi nexweşiyê nekevin li hin ciyan konên xwe datînin û kampê dikin. Em îro gihîştin lûtkeyê, dema ji çiyê dakevin jî dîsa ji bo bedena me hîn bibe em bîna xwe bidin kampê bikin wisa herin jêrê."

Can Karakurtê çiyager jî diyar kir ku ji Stenbolê hat, ji ber ku herêm ji turîzmê ra hat vekirin gelekî kêfxweş bûn û wiha axivî: "Em roja ewil dimeşin kampa li 4 hezar û 200 mêtro bilindahiyê û li wê derê bêhna xwe didin. Dema rewşa hewayê baş be em hilpaskî lûtkeyê dibin. Çiya û tebîet gelekî xweş e, em kêfa wê derdixin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE