Çiyager ji bo derkevin serê Çiyayê Agiriyê dê li benda biryareke nû ya îznê bin

Çiyager ji bo derkevin serê Çiyayê Agiriyê dê li benda biryareke nû ya îznê bin

Waliyê Agiriyê Osman Varol diyar kir ku wan hê biryar nedaye ku Çiyayê Agiriyê ji hilkişîna havînê ra vekin ku zivistanê destûra hilkişînê hebû.

Walî Varol di civîna çapemeniyê ya li Salona Civînê ya Walîtiyê da daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, di çarçoveya Projeya Parqa Çandiniyê ku dê li qada Parqê ya TRTyê were çêkirin da sera dê bên avakirin û li vir dê ji bo cotkaran perwerdeya teorîk û pratîk were dayîn.

Varol bal kişand ku ew ê di çarçoveya projeyê da parqa wesayîtên hevbeş ava bikin û hemû cotkar dê ji vê sûdê werbigirin û wiha dewam kir, "Di rastiyê da dê mîna enstîtuyekê be. Nimûneya vê yekê tuneye. 136 cure wesayîtên çandiniyê dê hebin ku ji van 35 jê jî dê makîneyên cuda bin ku herî zêde pêwîstiya cotkaran pê çêdibe. Cotkarên me dê li gorî bernameyekê serî li vê derê bidin û dê bikaribin van wesayîtan wekî emanet bi kar bînin."

Varol her wisa diyar kir ku Projeya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Girêdayî Çandiniyê ya Diyadînê jî dê di warê aboriyê da zehf bi kêrî bajêr were û wiha got, "Em ê projeya wê ya binesaziyê di demeke kurt da temam bikin. Me ji bo projeyê ji Wezareta Çandinî û Daristanê sozê 30 milyon lire budceyê wergirt. Hikûmet girîngiyeke mezin dide bajêr."

Walî Varol wiha axivî, "Me Çiyayê Agiriyê zivistanê ji bo hilkişînê vekir, lê me hê biryar nedaye ka em ji bo havînê jî vekin an na. Divê ev hilkişîn ji ciyekî bihata destpêkirin. Dayîna destûra hilkişîna Çiyayê Agiriyê li hemû Tirkiyeyê bû wesîleya bertekên erênî. Em ê gav bi gav mijarên din jî bînin rojevê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE