Çiyageran berê xwe da çiyayê Agiriyê

Piştî qedexe rabû koma ku ji 27 çiyageran pêk dihat hilkişiya Çiyayê Agiriyê

Çiyageran berê xwe da çiyayê Agiriyê

Federasyona çiyageriyê ya tirkiyeyê di çarçoveya bernameya xwe ya 2022yan de dest bi hilkişîna çiyayê Agiriyê kir. çiyagerên ku ji gelek bajarên cuda hatin ji bo sporê berê xwe dan serê çiyayê Agiriyê. 

3 ji wan jin, 3 jê rêber bi tevahî 27 kes bûn.. 

Çiyager pêşî hatin Bazîdê. Ji bo derketina çiyayê Agiriyê amadehiyên xwe kirin û berê xwe dan serê çiyê. 

Çiyayê Agiriyê 5 hezar û 137 mitro bilin de. Çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye. 

Çiyager bi erebeyan derketin heya 2 hezar û 200 metreyê. Ji wirê jî bi peyatî dewam kirin. 

Ji antrenoran Cengîz Erdener kêfxweşiya xwe anî zimên. 

“Me ligel federasyona çiyageran a Tirkiyeyê xwe ji bo derketina çiyayê Agiriyê ya 2022yan amade kir.  Hêvî dikim ji bo me hemûyan hilkişîneke baş, serkeftî û silamet be û û em hemû dîsa vegerin mala xwe.” 

Ji bo pêşketina turîzmê welatiyên herêmê jî ji aktîvîteyên wisa memnûn in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE