Li Çêrmika navçeya Diyarbekirê zinarên li ser Çiyayê Gelîncîkê ku ji dûr va dişibin mirovên rêzbûyî bala mirovan dikşînin û hewl tê dayîn ku herêm ji bo tûrîzmê bê vekirin.
Çiyayê Gelîncîkê ku bi qasî 4 kîlometre ji navenda navçeyê dûr e û hezar û 500 metre bilindahiya wê heye di nav deverên herî xweş ên navçeyê da cih digire.
Zinarên li serê çiya ne ji dûr va mîna mirovên rêzbûyî xuya dikin û ji ber vê taybetiyê jî bala ziyaretvan û wênegirên amator û profesyonel zêde ye.
Şaredariya Çêrmikê jî dixwaze ku ev berhema bal dikşîne ji hêla tûrîzmê ve bi kêrî navçeyê bê û ji bo vê helw dide.
Şaredarê Çêrmikê Şehmus Karamehmetoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Çiyayê Gelîncîkê dişibe Kapadokyayê û got ku di nav gel da dibêjin dema qefleyeke dewetê ji Çiyayê Gelîncîkê derbas dibin hemû diqefilin û dibin zinar û ev dîmen jî ji ber wan mane.
Karamehmetoglu ragihand ku ew dixwazin ji hêla tûrîzmê va ji Çiyayê Gelîncîkê îstifade bikin û wiha pê da çû: "Ji bo nasandina Çiyayê Gelîncîkê me proje amade kir. Ji bo li serê wê derê teleferîk bê avakirin xebatên me hene. Bi wê teleferîka ku em ê çêkin va miletê derxin serê Çiyayê Gelîncikê û wê derê nîşanî wan bidin. Ev gav wê bi kêrî aboriya navçeyê jî bê. Em dixwazin Çiyayê Gelîncîkê bi tenê ne li Tirkiyeyê li çar aliyê dinyayê bidin naskirin û ji bo vê hewl didin.
Navçeya Çêrmikê ku niha li herêmê bi germavên xwe di rewacê da ye piştî projeyên Çiyayê Gelîncîkê hatin sepandin wê di qada tûrîzmê da para xwe zêdetir bike.
- Çiya bala wênekêşan dikişîne
Serokê Komeleya Wêneyan a Diyarbekirê (Fotono21) Mehmet Kiliçoglu diyar kir ku Çiyayê Gelîncîkê di nav şêniyên navçe û bajêr da pir hindik tê zanîn.
Kiliçoglu ragihand ku ji bo nasandina li çar aliyê welêt û dinyayê ew bi çalakiyên curbecur va tên û wêneyên Çiyayê Gelîncîkê dikişînin û wiha dewam kir: "Em dixwazin wêneyên xweşiyên li vê derê ne bikşînin û van deran baş bidin nasandin. Dema mirov lê mêze dike evder dişibe kapadokyayê û erdnigariya wê gelek xweş e. Ji bo tûrîzmê rihek tê da heye û ji ber ku niha li herêmê ewlehî heye em jî bi dil rihetî dikarin bên vê derê û wêneyan bikişînin."