Berfa li ser riyên ku diçin çiyayê nemrûdê hat paqijkirin. Turîstên ewil ên salê hilkişiyan jî. Mêvanên ewil ên nemrûdê bergeha li serê çiyayê nemrûdê gelek ecibandin.
Li gorî Adıyamaniyan; roj herî xweş li virê hil tê û herî baş ji vir diçe ava.
Ev der serê çiyayê Nemrûdê ye.
Wesaîtên mezin, ev 3 roj in dixebitin ku riyên serê çiyayê Nemrûdê paqij bikin.
Dîmenên ji serê çiyayê Nemrûdê bi berfê xweşiktir in…
Turîstên ku cara ewil Nemrûdê dibînin ji bergeha deştê û peykerên li serê çiya gelek hez kirin.
“Cihekî dîrokî ye. Gelek xweş e û cihekî gelek ecêb e. Niha hewa zehf sar e, lê ez ê teqez havînê dîsa werim vê derê û hilkişim Nemrûdê.
Rayedarên Adıyamanî bangî her kesî dikin ku di rojên koronayê de ji bo geşt û gereke bêtalûke werin Nemrûdê.