Çiyayên Munzurê yên li Ovacıka navçeya Tunceliyê bi zozan û golên xwe yên bêhempa va bala mirovan dikşînin.
Ovacıka navçeya Tunceliyê ya Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Kaniyên Munzurê, Geliyê Mircanê û Çemê Heramî lê ne her demsalê xweşik e.
Navçe ji hêla çand, dîrok û siruştê va gelekî dewlemend e.
Li Çiyayên Munzurê yên ku raqima wan 3 hezar e pişt ku berf dihele zozan heşîn dibin û bi golên ava qeşayê va havînê dîmenên xweş derdixin holê.
Kesên dixwazin zozan û golên di nav çiyayên bilind da ne bibînin di nav hefteyê an jî dawiya hefteyê da tên û li van deran digerin.
Ziyaretvan ji rêyên kaş û pal yên berf lê hene dimeşin ku xwe bigîhinin zozanan.
Turîstên ku ji Geliyê Çilnerdêvanê dest bi gerê dikin ji dorê va zozanên Teng, Sor, Ganî Hesen, Kormuskan, Korteres û Kepirê digerin.
Mirov li zozanên ku lê çem, hêşînahî û kulîlkên rengrengî lê hene heta roj diçe ava digerin û paşê vedigerin.
Yunus Erogluyê ku xwezayê hez dike got Ovacık ji hêla xwezayê va gelekî xweş e, ew havînê gerê ji bo van deran li dar dixin û wiha axivî: " Ev çiya, zozan, golên ava qeşayê havînê zehf xweş in. Her sal piştî ku berf dihele em jî hildikişin van çiyayan. Em golan, zozanan, xwezaya kesk digerin û dema xwe xweş derbas dikin. Ez pêşniyaz dikim ku bila her kes bê van çiyayan bibîne."
AA