çêkirina avahiyên dereqanûnî: Turkiyeyê Îsraîl şermezar kir

Wezareta Karên Derva ji ber ku Îsraîlê biryar da ku li Şerîeya Rojava avahiyên nû bên çêkirin daxuyaniya nivîskî weşand...

çêkirina avahiyên dereqanûnî: Turkiyeyê Îsraîl şermezar kir

 Tirkiyeyê ji ber ku li Şerîeya Rojava ya dagirkirî qederê 2 hezar û 200 avahiyên nû çêdike Îsraîl şermezar kir.

Wezareta Karên Derva ji ber ku Îsraîlê biryar da ku li Şerîeya Rojava avahiyên nû bên çêkirin daxuyaniya nivîskî weşand û di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji ber ku li Şerîeya Rojava ya dagirkirî biryara hat dayîn ku qederê 2 hezar û 200 avahiyên nû bên çêkirin em Îsraîlê şermezar dikin. Em biryara Îsraîlê ya dereqanûnî ku di serî da biryarên Neteweyên Yekbûyî û Peymana Cenewreyê ya Çaremîn bi awayekî bêperwa hiqûqa navneteweyî binpê dike, red dikin."

Hikûmeta Îsraîlê ragihandibû ku biryar dane li Şerîeya Rojava wê ji bona Cihûyan 2 hezar û 191 avahiyên nû ava bikin.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Kanûn 2018, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE