Çêkirina riya dorbajêr dest pê kir

Piştî 10 salan rayedaran dest bi xebatên riya dorbajêr a Vanê kirin.

Çêkirina riya dorbajêr dest pê kir

Li Vanê pirsgırêkeke girîng riya ber bajêr bû. 10 sal ewil pirsgirêk derketibûn û rê çênebûbû. Lê xxebatên çêkirina otoriyê dest pê kirin.

Çêkirina otoriya ber bajêr ya Vanê ji ber pirsgirêkên hiqûqî 10 sal beriya niha hatibû sekinandin.

Lê pirsgirêk çareser bûn û rayedarên bajêr dest bi çêkirina riya 12 kîlometreyî kirin.

Walî û Şaredarê Vanê Mehmet Emin Bilmez û Parlamenterê AK Partiyê yê Vanê Abdulahat Arvas derbarê rê de daxuyanî dan.

Waliyê Vanê Mehmet Emin Bilmez got, "Ev proje wê Vanê geştir bike. Çûnûhatina Vanê wê rihettir bibe. Çûnûhatina ji bo stad, otogar û hela sebze wê çareser bibe."

Rê wê bi temamî bibe 60 kîlometre.

Parlamenterê AK Partiyê yê Vanê Abdulahat Arvas jî destnîşankir ku Serok Erdogan wê di 31ê mehê de li Vanê be.

Ev 10 sal bûn ku çêkirina vê riyê rojeva Vanê meşgûl dikir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE