Çêkirina sabûna sirûştî

Di şewbê de sîparîşên van sabûnan zêdetir bûn

Çêkirina sabûna sirûştî

Li Nizipa navçeya Gaziantepê di fabrîkayekê de, bi rê û rêbazên sirûştî sabûn tê çêkirin. Ev 150 sal in ku li vir bi heman awayî ev sabûn tên çêkirin. Di şewbê de sîparîşên van sabûnan zêdetir bû.

Bi melzemeyên organîk, bi keda mirovan sabûn çê dibe.

Li Nizipa navçeya Gaziantepê bi rê û rêzikên sirûştî van sabûnan çêdikin.

Nêzî 150 sal in ku bi heman awayî ev kar û bar tê kirin.

Hevîrê wê di qazanan de tê kelandin dû re ji bo sar be tê rêjandin.

Paşê yek bi yek tê birîn û pakêtkirin.

Di şewbê de firotina van sabûnan zêdetir bû.

Li vê fabrîkayê her roj nêzî 15 ton sabûn tê çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE