Ata Bîlen ciwanekî Şirnexî ye. Bîlen hêj dema deh salî bû li dikana bavê xwe hînî çêkirina çîkolateyan bû. Bîlen niha hosteyekî jêhatî ye û çîkolateyên xwe difroşe derwelêt jî.
Zû dest pê kir û xweş dewam kir.
Ata Bilen hêj 10 salî bû hewl dida ku çîkolate û şêraniyan çêke.
Bîlen niha li Şirnexê hosteyekî gelek jêhatî û serkeftî ye.
Li ba wî 12 personel dixebitin û çîkolateyan ji xeynî 81 bajaran, dişîne derwelêt jî.
Ata Bilen dibêje dema pandemî bi dawî bibe wê hejmara personelên xwe bike 50.